Amerîka pêwendiya Gulen bi hewla kudetayê vedikole

Amerîka tîmeke şareza dişîne Tirkiyê, bo lêkolînê li ser belgeyên Enqerê derbarê tuhmetên wê li dijî Fetuhlah Gulen de bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka tîmeke şareza dişîne Tirkiyê, bo lêkolînê li ser belgeyên Enqerê derbarê tuhmetên wê li dijî Fetuhlah Gulen de bike.

Çavkaniyekê ji Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand, ku Wezareta Derve tîmeke şareza dişîne Tirkiyê, bo lêkolînê derbarê belgeyên Enqerê ya derbarê pêwendiya Gulen bi hewla kudetaya leşkerî de bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan çendîn car e daxwaz ji Amerîka dike, ku Gulen radestî Enqerê bike.

Desthilatên Tirkiyê Gulen tuhmetbar dikin, ku pêwendiya wî bi hewla kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê re heye. Gulen jî van tuhmetan red dike.

Di 15 Tîrmehê li Tirkiyê grûpek ji artêşa Tirkiyê xwastin kudetaya leşkerî bikin, lê piştî çend demjimêran ew hewl rastî şikandinê hat.