Parêzgarê Hesekê: PKK nikare li hemberî rêjîmê şer bike
Parêzgarê Hesekê Mihemed Elî Zeal ji K24 re radigihîne Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nikare li hemberî rêjîma Sûriyê şer bike, ji ber ku ew dizanin çi çek di destê wê de ne û çend caran digel wan hevdîtin pêk anîne, lê ew pabendî ti rêkeftinan nebûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Hesekê Mihemed Zeal Elî ji K24 re radigihîne Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nikare li hemberî rêjîma Sûriyê şer bike, ji ber ku ew dizanin çi çek di destê wê de ne û çend caran digel wan hevdîtin pêk anîne, lê ew pabendî ti rêkeftinan nebûne.
Civîna di navbera parêzgerê bajarê Hesekê Mihemed Zeal ELî û Asayîşa Rojava ya herî dawî bidawî bû, lê bêyî ku ti encaman bidest bixwin, ku her du alî razînebûn daxwazên hev pêk bînin.
Li gor rêjîma Sûriyê asayîşê riya di navbera Qamişlo – Hesekê de li pêşiya hêzên rêjîma Sûriyê û alîgirên wê girtiye.
Herwiha li gor ELî, PKK gelekî bi ser xwe ve çûne û dixwazin bajêr dagîr bikin û ti ciheke rêjîma Sûriyê tê de nebe. Zeal amaje kir ku, çawa berê ew û wan digel hev şerê terorê kirine û bi wan re alîkar bûne, niha jî rûbirûyî wan bûne.
Li gor wî ti mercên wan tune ne, tenê ew dixwaze rê vebe û girtiyên wan werin berdan û dê mafên Kurd di parêzgeha Hesekê de neyê xwarin. Çi wergirtina postên bilind be yan jî di warê kar de. Tenê ew kesên ku li berjewendiya xwe digerin û bi pê peran dikevin alîgirên PKKê ne.