Partiyên Kurdistanî: Teqîn Xizmeta Kurd û Kurdistanê nakin
Li Bakurê Kurdistanê piştî şer û pevçunên li çiya û deştan pevçûnên xendeqan rudan û niha jî li bajarên Bakurê Kurdistanê teqînên wesaîtên bomberêjkirî di rojevê de ne. Li ser vê rewşê partiyên Bakurê Kurdistanê dilgiran in û vê rêbazê jî rexne dikin.
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê piştî şer û pevçunên li çiya û deştan pevçûnên xendeqan rudan û niha jî li bajarên Bakurê Kurdistanê teqînên wesaîtên bomberêjkirî di rojevê de ne. Li ser vê rewşê partiyên Bakurê Kurdistanê dilgiran in û vê rêbazê jî rexne dikin.
Rewşa ewlekariyê li bajarên Bakurê Kurdistanê her ku diçe aloztir dibe û hejmara şer û pevçûn û teqînan zêde dibin. Di derbarê vê mijarê de partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê Nûrî Sinir amaje dike ew xemgîn in ku wiha bajarên kurdan wêran dibin û vala dibin.
Sinir ji K24ê re axivî û got: "Ewqas bombe hatin teqandin û ewqas polis, esker û sivîl hatin kuştin. Bi rastî ji bo kurdan ti menfeeta veya tine ye û xwisar a wê heye. Ev yek rêya Serxwebûna Kurdistanê û pêşiya Kurdistaniyan jî digire."
Di derbarê nîşandana bertekan li dijî teqînan de jî partiyên Kurdistanî di wê baweriyê de ne ku hewce ye denge wan bêhtir derkeve. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê Mehmet Emîn Kardaş anî ziman ku pêwîste li dijî teqînan rêxistineke bihêz were avakirin.
Kardaş got jî: "Mixabin denge me ne diçe dewletê ne diçe PKK'ê û ne diçe HDP'ê . Ev yek jî ji ber ku rêxistin tine ye wiha ye. Pêşniyara min ew e ku temamê rêxistinên netewî yên derveyî PKK'ê bila xwe rêxistin bike."
Partiyên Kurdistanî amaje dikin ku, teqînên bi vî rengî di qada navnetewî de jî daxwaz û desten kurdan qels dikin û zirarê dide dîplomasiya navnetewî.