Kuştiyên teqîna bajarê Dîlokê bûne 30 kes û 94 birîndar
Teqîn di hola şahiyekê de rûdabû.
K24-Navenda Nûçeyan
Hejmara kuştiyên teqîna li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê zêde bûn, li gor parêzgariyê bajêr di encama teqînê 30 kesan canê xwe ji dest dan, herwiha 94 kesên din jî birîndar bûn.
Duh derengiya şevê teqînek di hola ahengan ya taxa Toz Debe rûda di encam de 30 kesan canê xwe ji dest da û 94 kesên din jî birîndarbûn.
Derbarê teqînê parêzgarê Dîlokê Elî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de ragehand ku, hejmara qurbaniyên teqînê zêde bûne û giştine 30 kesî, herwiha 94 kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan bi tûndî şermezar kir û rêxistina DAIŞê bi encamdana teqînê tometbar kir.
Herwiha Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mihmed Şîşmik diyar kir ku, êrîşa ahingên şahiyan hovîtîyeke û da zanîn ku armanca teqînê ewe ku tirsê li cem xelkê peydabikin û ev yeke nayê qebûlkirin.