Li Orim El-Kubra ya Helebê firokeyên Rûsyayê 15e kes kuştin

Rûsyayê her yek ji bajarê Endan li bakur û bajarokê El-Mensûra li Rojavayê Helebê jî bombe barankirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li navçeya Orim El-Kubra li derdora bajarê Helebê firokeyên Rûsyayê di operasyonekê de bi roket û bombeyên enqodî 15 kes hatin kuştin.

Komîteyên navxweyî û jêderên pizîşkî forkeyên Rûsyayê bi roketan û bombeyên enqûdî êrîşî bazareke gelêrê li navçeya Orim El-Kubra kirin ku dikeve rojavayê bajarê Helebê di encam de 15e kes hatin kuştin.

Li gor heman jêderê firokeyên Rûsyayê her yek ji bajarê Endan li bakur û bajarokê El-Mensûra li Rojavayê Helebê bombebarankirin.

Ji aliyê xwe ve grûpên opozîsyona Sûriyê da zanîn ku, di sê rojên borî de 150 leşkerên rejîma Sûriyê û çekdarên Hizbulaha Libnanî hatin kuştin.

Ev demeke şerûpevçûn di navbera grûpên opozîsyonê û rejîma Sûriyê û alîgirên wê berdewam e.