Birayê Umran canê xwe ji dest da
Ji sedema birîna xwe ya giran.
K24-Navenda Nûçeyan
Birayê Umaran ew zarokê ku, wêneyê wî li cîhanê dengveda ji sedema birîna xwe ya giran li naxweşxaneyekê bajarê Helebê canê xwe ji dest da.
Derbarê vê yekê rojnamevan Mehmûd Erselan yê ku, wêneyê Umran girtî û li cîhanê bandoreke mezin çêkir ji ajansa nûçeyên Almanî re ragehand ku, birayê Umran ê binavê Elî Deqnîş temenê wî 10 salbûn ji sedema birîna xwe ya giran li nexweşxaneyekê li Helebê canê xwe ji dest da.
Berî niha malbata Deqnîş di bin avahiyên herfî de ji encama êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyê li ser taxa El-Qatircî hatibûn rizgarkirin.
Herwiha Rêxistina lêborîna Navdewletî her yek ji Rûsya û rejîma sûriyê bi kuştina sivîlan tometbar kiribûn û ew kiryar bi tûndî şermezar kiribûn. Ji aliyê xwe Rûsyayê redkiribû û rgehandibû ku, firokeyên wê taxên sivîlan ji xwe re nake armanc.