Iraqê 36 tawanbarên komkujiya Spykerê darvekirin
Bidarvekirin bi amadebûna Wezîrê Dadê û hin malbatên qurbaniyan bû.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Li Baxdeyê 36 kes tawanbarên komkujiya Spyker hatibûn darvekirin.
Derbarê vê yekê Wezareta Dad a Iraqê ragihand ku 36 tawanbarên komkujiya Spykerê îro, li zindana Nasiriye û bi amadebûna Wezîrê Dadê û hin malbatên qûrbaniyan hatin darvekirin.
Berî niha biryara sêdarekirinê ji aliyê Serokomarê Iraqê Fûad Masûm ve hatibû imzekirin.
Di Hezîrana 2014ê de DAIŞê hezar û 700 leşkerên Iraqê li bajarê Tekrît girtibûn û li gor Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê ji wan hezar û 566 leşker hatibûn gulebarankirin.