Demîrtaş: Her KCK banga agirbestê dike teqîn rû didin

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, êrişa Dîlokê bo zêdekirina alozî hatiye kirin û bersiva herî baş bilindkirina daxwaza aştî ye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bd85cfda-5629-4777-b31c-d6212bda13ff/Demirtash%20Daxuyani.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, êrişa Dîlokê bo zêdekirina alozî hatiye kirin û bersiva herî baş bilindkirina daxwaza aştî ye.

Demîrtaş li Diyarbekirê berî ku ber bi Dîlokê bi rê bikeve civîna çapemenî lidar xist û got: “Ev yek ne komkujiya yekemîn ya li welatê me ye. Hê berê li Pirsûs, Diyarbekir û Enqerê me komkujiyên wiha dîtin.

Piştî komkujiya Pirsûsê li Serêkanî kuştina 2 polîsan bo destpêkirina şer senaryoyek plankirî bû. Mixabin ser jî ketin.”

Demîrtaş got jî: “KCK 10ê cotmeha 2015 agirbest ragehand, heman roj li Enqere komkujî hat kirin. Duh dîsa daxuyaniya KCK'ê ya derbarê destpêkirina pêvajoya nû de hat.”

Demîrtaş bang li Serokwezîrê Tirkiyê kir û got: “Daxwaz û laveyên me bo Serokwezîr ev e; ji Pirsûsê bê destpêkirin û derbarê berpirsên hemû komkujiyan lêpirsîn vekin. Eger rê neyê girtin ev yek heta bombekirina Parlamento diçe.”

Herwiha Demîrtaş bang li welatiyan kir û axivî: “Bang li welatiyan dikim, tolhildana herî mezin, hemberê van xwînxwaran bilindkirina daxwaza aştî ye. Divê em êş û azarên xwe yek bikin.”

Demîrtaş li partiyên di Parlementoya Tirkiyê kir jî: “Banga min bo hemû parlamenterên AKP, CHP û MHP ku li Dîlokê ne. Werin em di taziyeyê de li ba hev rawestin. Hember kesên şahiya me kirine gola xwîne bibin yek dil. Piştê vê asan e. Tu kêşeyek bê çare namîne.”