Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqîna Dîlokê şermezar dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de teqîna bajarê Dîlokê şermezar dike û ji civaka navdewletî daxwaze ku rûbirûbûna teroristan li navçeyê bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de teqîna bajarê Dîlokê şermezar dike û ji civaka navdewletî daxwaze ku rûbirûbûna teroristan li navçeyê bibe.
Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiryara terorîstî ya ku duh li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hatiye encamdan û hijmareke zêde ji xelkê sivîl û bêguneh bûne qurbanî, bi dijwarî şermezar kir û sersaxî li malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Tirkiyê kir û hêviya çakbûnê ji bo birîndaran xwast.
Daxuyaniyê amaje kir ku, ev kiryara hovane û nemirovane ya terorîstan bi awayekî metirsîdar li deverê û li cîhanê dubare dibin, divê civaka navdewletî û bi taybetî ji bo welatên deverê hokarek be bo rûbirûbûna teroristan li navçeyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî kir ku, encamderên wê kiryara terorîstî bigihin cezayên xwe yên dadwerî, da ku gelên navçeyê û cîhanê bi aramî û dûr ji gefên destê reş yê terorîstan bijîn.
Duh derange şevê li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê li ber holeke ahangan teqîneke mezin rûda, di encamê de 51 kesan canê xwe jidest dan û bi dehan jî kes birîndar bûn.