Rûsya bikaranîna bingeha Hemdan a Îranê rawestand
Di heftiya borî de ew bighe hatibû bikaranîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragehand ku, Rûsyayê bikaranîna bingeha Hemdan a esmanî bo operasyonên xwe li dijî terorîstan rawestandiye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî di kongiryeyeke rojnamevanî de îro ragehand ku, di dema niha de bikaranîna bingeha Hemdan ji aliyê Rûsyayê ve hatiye rawestandin.
Di heftiya borî de Rûsyayê bingeha Hemdan a esmanî di operayonên xwe yên li Sûriyê de bikar tanî. Herwiha tê zanîn ku, bikaranîna navenda Hemdana Îranê barê firokeyan ji çekan zêde dikir û sotemeniyê wê jî kêm dikir.