birîndarekî bajarê Hesekê li Dihokê tê çareserkirin
Berî niha û dema teqîna Qamişlo rû dabû Rêveberiya Tendirûstiyê li Dihokê 4 ton derman û pêdiviyên bizîşkî şandibûn Rojavayê Kurdistanê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûn li Hesekê di nabera Asayişa Rojav û YPGê ji aliyekî û hêzên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîmê ve bûye heftiyek dest pê kiriye, di encamê de heta niha zêdetirî 47 kesan canê xwe jidest dane, herwiha bi dehan kes birîndar bûn û bi hezaran jî koçber bûne.
Ji ber nebûna derman û pêdiviyên bizîşkî li Herêmên Rojava, yek ji birîndaran hatiye veguhestin bo Herêma Kurdistanê û niha li bajarê Dihokê birîna wî tê çareserkirin.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Dihokê serdana wê nexweşxaneya ku ew birîndar tê de kir. Mamê birîndarî ji K24ê re ragehand ku, nebûna derman û pêdiviyan ew neçar bûn bêne Kurdistanê, da zanîn ku Herêma Kurdistanê pêşwaziya wan kir û hemû alîkarî bo wan dabîn kirine.
Berî niha û dema teqîna Qamişlo rû dabû Rêveberiya Tendirûstiyê li Dihokê 4 ton derman û pêdiviyên bizîşkî şandibûn Rojavayê Kurdistanê.