Şer ê Heseke û peyam ên Surya û Turkîya û li beraneber YPGyê
Şerê Hesekê yê di navbera Hikûmeta Sûriyê û YPG de dibe ku nameyên ne fermiyên sûrî be ji Tirkiyê re ji ber ku di vê dema dawî de Tirkiyê behsa normalkirina peywendiyan dikir di gel sûriyê, herweha ya herî giring rola rûsî ya sereke di guhertina helwesta tirkiyê de li beramberî Serokê Sûriyê beşar Esed ku niha tirkiyê razî bûye Esed di qunaxa veguhestinê de bimîne jib o şeş mehan, ev jî li gor nêrîna hin şirovekarên siyasiye.
K24- Hewlêr

Şerê li bajarê Hesekê ku carna radwesta u carina bi tundî destpêdike li gor şirovekaran yekem gava normalkirina peywendiyane di navbera Tirkiyê û Sûiyê de, ji ber ku tirkî qet qebûl nake li ser sînorê wê Yekîneyên parastina gel YPG bi cih bibe ku wê bi pkk ve girêdide.
Hin alî dibêjin dev ji berdana hikûmeta sûriyê ji hevalbenda xwe ya kurd re wata YPG dibe ku li beramberî tiştnabe ku tirkiyê jêre pêşkêşbike ew jî di şerê Helebê de, ku di baweriya hin şirovekaran deye dibe ku Tirkiyê ya piştevan ji opizisiyona sûriyê re Heleb radestî Hikûmetê bike û bi vê yekê hêza desthilat li rojava wate li bakurê Sûriyê lawazbe li bermberî lawazbûna opizisiyonê li Helebê.
Lê opizisiyona sûriyê jî wek bersivek ji van gotinan re daxwiyaniyek belavkir û têde behsa amadekariyên kontrolkirina Cerablusê kir û bi piştevaniyeke Tirkî…