Daxuyaniya Şand a Îmralî û berdevkê HDPê

Li Enqerê ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya HDP derbarê Rewşa Abdullah Ocalan , teqîna Dîlokê û li ser deklerasyona KCK daxuyanî ji bo çapemeniyê hat ragihandin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4945b6ba-ce1f-44fe-9b4d-a1292b1a8859/DaxuyaniyaShandeyaImraliyeUCivinaMYK.ism/manifest

K24-Enqere

Li Enqerê ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya HDP derbarê Rewşa Abdullah Ocalan , teqîna Dîlokê û li ser deklerasyona KCK daxuyanî ji bo çapemeniyê hat ragihandin.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê li navenda giştî ya Partiya Demokratîk ya Gelan(HDP) daxuyaniya ku ji aliyê Şandeya Îmraliyê ve hat dayîn de rexneyên tund li AKP û çapemeniya Tirkiyê hat girtin. Berdevkê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku piştî teqîna Dîlokê parlamenterên AKP û alîgirên AKP partiyan wan wek berpirsê teqînê didin nîşandan. Onder da zanîn ku AKP bi wan kiryarên xwe dixwazê sûcên xwe veşêre û pêdiviya hevdîtinên digel rêberê PKKê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku rê li ber aloziya li Tirkiyê were û piştgiriya partiya xwe bo deklerasyona KCK ya derbarê gotûbêjan ragihang.

Sirri Sureyya Onder - Berdevkê Şandeya Îmraliyê yê HDP, got:"Her gava KCK daxwaza aştiyê dike, ev yek tê sabotekirin.Beriya teqîna Garê jî KCK daxuyaniyeke aştiyane dabû. Lê belê qetlîam pêk hat. Li Dîlokê jî mixabin piştî deklerasyona KCK bi 6 seatan qetlîameke mezin pêk hat. Ger tecrîta li ser Reberê gelê Kurdan birêz Abdullah Ocalan bi dawî nebê dê kêşe her mezin bibin. Em dixwazin şandeyeke serbixwe hevdîtineke ji raya giştî re digel birêz Abdullah Ocalan bike.."

Piştî şandeya Îmraliyê berdevkê HDP Ayhan Bîlgen jî naveroka Civîna Lijneya Birêvebir û rûdanên dawî yên li Tirkiyê daxuyanî da çapemeniyê. Bîlgen dîyar kir ku piştî hewla darbeya leşkerî HDP bi zanebûn, ji amadekirina yesaya bingehîn hatiye dûrxistin.

Ayhan Bîlgen - Berdevkê HDP, got:"Pêşniyazpirsên me yên di derbarê lekolînkirina rêxistina DAÎŞê her caran ji aliyê AKPê ve hatin redkirin. Kesên ku Dîlokê dijîn dizanin ku Dîlok niha di çi rewşeke xirab de ye. Teqîna Dîlokê piştî serkeftina Minbîç û deklerasyona KCKê pêk hat. Ev yek gelek watedare lê hin alî HDPê sûcdar dike ku sûc û gunehên xwe veşêre."

Herwiha di daxûyaniyê de hat gotin ku dê di çerçova pîrozbahiyên 1ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê mitîng û civîn bên lidarxistin. Ji aliyên din amaje bi wê yekê kirin ku ji bo ku deklerasyona KCKê ya derbarê çareseriya nû bigihêjê armanca xwe dê digel dam û dezgehên demokratîk û aştîxwaz pêywendî were danîn.