Şandeke Amerîkî bo lêkolîna kudetayê digihe Enqerê
Bi mebesta lêkolîna li dosya Fethula Gulen, ku hikûmeta Tirkiyê cemaeta Gulen bi encamdana kudetaya leşkerî tuhmetbar dike û daxwaz ji Amerîka kir, ku Gulen radestî Tirkiyê bike, şandek ji Wezareta Dadê ya Amerîkayê gihêşt Enqerê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi mebesta lêkolîna li dosya Fethula Gulen, ku hikûmeta Tirkiyê cemaeta Gulen bi encamdana kudetaya leşkerî tuhmetbar dike û daxwaz ji Amerîka kir, ku Gulen radestî Tirkiyê bike, şandek ji Wezareta Dadê ya Amerîkayê gihêşt Enqerê.
Serdana şanda Wezareta Dadê ya Amerîkayê ji Tirkiyê re, berî serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden tê, ku biryar e sibe bigihe Enqerê.
Li gor çavdêrên siyasî, serdana Biden ji piştî şikestina kudetaya 15 Tîrmehê, bi yekem serdana berpirsekî pilebind yê Amerîk bo Tirkiyê, dibe ku erkekî sext bixe stûyê Biden, bi taybet ku armanca serdana wî asayîkirina geşta pêwendiyan di navbera Washington û Enqerê ye.
Piştî hewla kudetaya leşkerî, Enqere Fethula Gulen bi encamdanê wê tuhmetbar kir û daxwaz ji Amerîka kir ku, Gulen radestî Enqerê bike. Amerîka jî derbarê tawanbarkirina Gulen daxwaza belgeyan ji Tirkiyê kir.
Rêveberê projeya Tirkiyê di Navenda Lêkolînên Stratîjîk û Navdewletî de Dr. Bulent Aliriza, ku sedema têkçûna pêwendiyên di navbera her du aliyan de, ne tenê kudeta ye, lê berî kudetayê alozî ketibû pêwendiyên her du welatan. Ew jî, ji ber piştevaniya Washingtonê ji hêzên Kurdî re li Sûriyê, ku piraniya navçeyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Sûriyê di bin destê YPGê de ye. Tirkiye jî wê yekê wek metirsî li ser welatê xwe dibîne.
Ji aliyê xwe ve, Fethula Gulen (75 salî) ji sala 1999an li Amerîka dijî û tuhmetên Enqerê yên derbarê pêwendiyên wî bi kudetayê re red dike.