Barzanî di qonaxeke giring de serdana Tirkiyê dike

Barzanî heta niha gelek caran serdana Tirkiyê kiriye, Lê bêlê ev car ji serdanên berê girîngtir û watedartir tê xwendin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b295b1b6-b631-4c61-9b02-dc392ab8f63f/Barzani%20Serdan%20Pevajo.ism/manifest

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serdana Tirkiyeyê dike. Barzanî dê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaşî bicive.

Serdana Barzanî di konaxa şikestina pêvajoya aşitiyê û şer û pevçûnên nav bera endamên PKKê û dewleta Tirkiyeyê de pêk tê. Tê çaverekirin Barzanî di hevdîtinên xwe de behsa giringiya destpêkirina pêvajoya aşitiyê bike û hewla wê bide.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di qonaxek gelekî girîng de serdana Tirkiyê dike. Barzanî heta niha gelek caran serdana Tirkiyeyê kiriye. Lêbêlê ev car ji serdanên berê girîngtir û watedartir tê xwendin. Lewra serdana Serokê Herêm piştî şiketstina pêvajoya aşitiyê û dijwarbûna şerê navbera hêzên ewlekariya Tirkiyeyê û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de pêk tê.

Ji ber vê yekê tê çaverekirin Mesûd Barzanî di vê serdanê de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ligel pêwendiyên  aborî û siyasî ya navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê dê zêdetirîn meseleya pevajoya aşitiyê biaxife. Lewra di demên dawî de derbarê jinûve destpêkirina pêvajoyê de çend daxûyaniyên krîtîk hatibû dayîn.

3 roj berê Koma Civakên Kurdistanê KCKê derbarê pêvajoya aşitiyê de diyar kiribû ko wan li ser daxwaza çend rêxistinên dost yên başûrê Kurdistanê û aliyên demokrat yên Tirkiyeyê pêwîstî dîtine ko daxûyaniyek belav bikin. Di daxûyaniyê de dihat gotin ko ger hikûmeta AK-Partiyê gavan biavêje, şandeyeka HDP bi armanaca destpêkirina danûstandinan bikaribe ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî bicive û agibestên ko ji aliyê wan ve tê ragihandin hikûmeta Tirkiyeyê bi dilsozî nêzik bibe dê pêvajo destpê bike û pirsa kurdî jî nav mehekî de çareser dibe.

Ji alîkî din ve jixwe nav civaka kurdî û hêzên demokrat yên Tirkiyeyê de hêviyek heye ko Mesûd Barzanî an wekî aliyek sêyem an jî wekî navbeynkar ji bo çareserkirina pirsa kurdî ya li bakûrê Kurdistanê rol bilîze. Ev hêvî herî zêde di 16ê Çiriya Paşîn a 2013an de di serdana Mesûd Barzanî ya ligel Şivan Perwer bo bajarê Diyarbekirê derketibû pêş. Barzanî cara yekem bû ko bi şêweyek fermî serdana bakurê Kurdistanê û bajarê Diyarbekirê dikir. Lewma ev serdan di nav civaka kurdî de bûbû sedema kelecaniyek mezin û di çarçoveya berdewamiya pêvajoya aşitiyê de wekî heyamek krîtîk dihat xwendin.

Lêbelê di Tirmeha 2015an de 2 bûyerên girîng yên li bajarê Rihayê bû sedema têkçûna pêvajoya aşitiyê. Di 20ê Tirmehê de li navçeya Pirsûsê teqînek rû da û 34 welatî canê xwe ji dest dan. Pişî 2 rojan jî li navçeya Serekaniyê 2 polîs hatin kuştin. Piştî van bûyeran pêvajo şikest. Operasyon û şer destpekirin. Bi mehan qedexeyên derketina derva hate ragihandin û bakurê Kurdistanê bi rewşeka ji salên notî xirabtir re rû bi rû ma.

Barzanî heta niha wekî Serokê Herêma Kurdistanê 6 caran serdana Tirkiyeyê kiriye. Serdana cara yekem di 2ê Hezîrana 2010an de ya dawî jî 9ê Kanûna Pêşîn a 2015an de pêk hat û herwiha yekem car bû ko Ala Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bi şêweyek fermî dihat qebûlkirin.

Barzanî di serdanê de jî hewl dida pêvajo ji nû ve destpê bike. Di vê çarçoveyê de û ji bo bidawîkirina şer û pevçûnan ligel Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê civiya û danûstandinan kir. Biryar e Barzanî di vê serdanê de jî ligel Hevserokê HDPy Selahatîn Demîrtaşî bicive.