Li Colemêrgê 2 leşker hatin kuştin
Li Bakurê Kurdistanê li bajarên Şirnex û Colemêrgê 2 leşker hatin kuştin 3 leşker jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê li bajarên Şirnex û Colemêrgê 2 leşker hatin kuştin 3 leşker jî birîndar bûn.
Îro li bajarê Şirnexê navçeya Qilebanê bombeya ku li ser hatibû danîn dema wesaîta zirxpoş a leşkerî derbas dibû, ji dûr ve hate teqandin. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî êrîşê operasyonek berfireh hate destpêkirin.
Ji aliyekî din ve, li bajarê Colemêrgê navçeya Şemzînanê jî bombeya li ser rê hatibû bicihkirin hate teqandin û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.