Avnî Ozgurel: Barzanî ji bo proseyeke nû ya aştiyê di navbera Tirkiyê û PKK de dê bibe navbeynkar
Rojnamevan Avnî Ozgurelê ku wek nêzîkî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tê zanîn beriya mehekê di hevpeyvîna xwe ya ligel Kurdistan24 de serdana Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bo Tirkiyê eşkere kiribû. Ozgurel careke din bo Kurdistan24 amaje kir ku rola birêz Barzanî li ser proseya aştiyê heye û wiha axivî: Birêz Barzanî ji bo proseyeke nû ya aştiyê di navbera Tirkiyê û PKK de dê bibe navbeynkar.
K24- Hewlêr

Avnî Ozgurel yek ji rojnamevanên li Tirkiyê ye ku li ser mijarên pirsgirêka Kurd, têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê kesek zana tê zanîn. Ozgurel, beriya mehekê cara yekem ji Kurdistan24 re ragihandibû ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê serdana Tirkiyê bike.
Wekî gotina Ozgurel mehekê derbas bû û Serok Mesûd Barzanî hat Enqereyê. Heta beriya rojekê serdanê haya tu kesî ji vê serdanê tunebû ku Ozgurel careke din bo Kurdistan24 hatina Barzanî nirxand.
Li gor Ozgurel di vê serdanê de yek mijara herî girîng meseleya PKK ye, Barzanî ji bo proseyeke nû ya aştiyê di navbera Tirkiye û PKK de dê bibe navbeynkar.
Avnî Ozgurel-Rojnamevan, Got: Fîkra min ew e ku birêz Barzanî beriya ku were Enqereyê, rêvebirên Qandilê ji Barzanî re nameyek dane da ku radestî Tirkiyê bike. Piştî serdanê jî Barzanî peyamên Tirkiyê dê bişîne Qandîlê. Rola birêz Barzanî li ser proseya aştiyê heye û zêde ye ev hevdîtin jî girîngiya rola Barzanî li ser aştiyê nîşanî me dide.
Ozgurel li ser daxuyaniya KCK ya "Eger Tirkiye hewlekî bide ew bo aştiyê amade ne" wiha got: Bo hikûmetê jî ev daxuyaniyekê girîng e, lê kêşe ew e ku di vir de bawerî nîn e.
Herweha Avnî Ozgurel-dibêje: PKK gelek caran daxuyanî da û soz da. Tirkiye bo aştiyê hewlên girîng nîşan da lê PKK soza xwe bi cih neanî. Loma hem dewlet hem hikûmet hem civat ji PKK bawer nake. Divê beriya her tiştî bawerî hebe.
Li gor Ozgurel di hevdîtina Barzanî û Erdogan de geşedanên li Sûriye û Iraqê jî wek mijarên girîng cih digirin. Ozgurel da zanîn ku li Rojhilata navîn hevalbendê herî mezin ê Tirkiyê, birêz Barzanî ye.