Serokatî ya Herêmê, Serokatî ya Hikumetê û Civat a Dadwerîyê li ser çaksazîyê dê kom bibin
Bi armanc a bilezkirin a pêngav ên çaksazîyê di nav hiklumet a Herêm a Kurdistanê de, biryare piştî cejn a Qurbanê kombûnek a bilind di navber a serokatî ya Herêm a Kurdistanê û serokatî ya hikuemtê û Civat a Dadwerîyê birêve biçe.
K24- Hewlêr

Firset Sofî endam ê perleman a Kurdistanê bi Kurdistan24 ragehand: di dem a burî de komîte ya çaksazî ya serok ê Herêm a Kurdistanê, hijmarek a dosê yên gendelî yên cûdacûda radest ê deste ya destpakîyê kirîye û di dem a xwe de encam ên wan dosêyan bo ra ya giştî dê bihê aşkerakirin.