Rûsya: Amerîka nikare opozîsyon û terorîstan ji hev cuda bike
Rûsya di şerê li Sûriyê de piştgiriya rejîma wî welatî dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragehand ku, Amerîka heta niha nikarê cudahiyê di navbera opozîsyona Sûriyê û terorîstan de bike.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di kongireyeke rojnamevanî de wiha got: "Berî çend mehan berpirsên Amerîkayê tekez kiribûn ku, tenê pêwîstiya wan bi du heftiyan heye, da ku ew opozîsyona Sûriyê ji grûpên terorîst cuda bikin."
Zaxarova da zanîn ku, ew welat mebesta wê Amerîka nikare opozîsyona Sûriyê ji terorîstan ji hev cuda bike. Herwiha Zaxarova diyar kir ku, divê ew hemû hawlên xwe bikin, da ku proseya aştiyê li Sûriyê bi ser bike.
Rûsya di şerê li Sûriyê de piştgiriya rejîma wî welatî dike û Amerîka jî ya opozîsyonê, ev bû 5 sal heta niha jî ne Rûsya û Amerîka û ne jî civaka navdewletî dikare çareseriyekê ji kirîza wî welatî re bibîne.