Mislim: Tirkiye wek DAIŞê dê di çirava Sûriyê de têk biçe

Êrîşa Artêşa Tirkiyê ya bi ser Cerablusê, rexneyên tund yên Hevserokê PYDê Salih Mislim li dû xwe anîn, Mislim got: “Tirkiye wek DAIŞê dê di çirava Sûriyê de têk biçe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa Artêşa Tirkiyê ya bi ser Cerablusê, rexneyên tund yên Hevserokê PYDê Salih Mislim li dû xwe anîn, Mislim got: “Tirkiye wek DAIŞê dê di çirava Sûriyê de têk biçe.”

Hevserokê PYDê Salih Mislim li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” bi sê zimanan nivîsî “Tirkiye wek DAIŞê dê di çirava Sûriyê de têk biçe.”

Daxuyana Mislim piştî wê yekê hat ku, îro jî firokeyên Tirkiyê çend êrîş li Cerablusê kirin. Herwiha ji pêr ve jî topxaneya Tirkiyê pêgehên HSD û Encûmena Leşkerî li Minbicê topbaran dike.

Ji aliyekî din ve, li gor nûçeyeke ajansa “Rueters” ku hêzeke taybet ya artêşa Tirkiyê derbasî nava xaka Sûriyê bûye.

Ev yek di demekê de tê, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihandibû, di 6 mehên bê de li Sûriyê pêşhateyên nû dê rû bidin û gelek tişt dê bên guhartin.

Hewlên Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê bi piştevaniya Tirkiyê li hember Cerablusê tên, ku HSD piştî rizgarkirina Minbicê amadekariya destpêkirina operesyona rizgarkirina Cerablusê dikir, bo vê mebestê jî Encûmena Leşkerî ya Cerablusê damezrand.

 

Fly Erbil Advertisment