Li Merdine du malbatên xwindar li hevhatin
Piştî xwarina aştiyê her du malbatan bi hev re daxuyaniyak dan û amaje bi wê yekê kirin ku êdî rê nadin kiryarên bi vî rengî.
K24-Navenda Nûçeyan
Li mêrdîna bajarê bakurê Kurdistanê bi xwarina aştiyê du malbatên ku bi mehane di navbera wan de dijminahî hebû li hev hatin û rûspiyên her du malbatan hev hembêz kirin.
Li Qosera bajarê Mêrdînê nêzî du meh berê di navbera malbata Kurtay û malbata Yaprak de pevçûn derketibû, di encamê de du kesan canê xwe ji dest dabû û kesek jî birîndar bibû. Pişti vê rûdanê di navbera her du malbatan de dijminahî dest pê kiribû.
Ev xwîndariya di navbera malbatan de bi hevkarî û hewldanên saziyên civakî û rûspiyên bajêr bi dawî hat. Ji ber dawîbûna dijminahiyê xwarina aştiyê hate dayîn û mevlûd hate xwendin. Rûspiyên ku beşdarî xwarina aştiyê bûn dixwazin aşitî li tevahiya herêmê belav bibe
"Em dixwazin aşitî çêbibe û Xwedê Teala avakê bi ser vî agrî dake û Xwedê Teala kuştinê çêneke. Di mislimaniyê de kuştin jî heram e. Xweda Teala avekê bi ser vî agirî dake û tevahiya Tirkiyê xweş bike.
Ciwanên her du malbatan jî balê dikişîne li ser giringiya aştiyê û dibêjin heger ev dijminahî bidawîbûya dê ji her du aliyan gelek ciwanan canê xwe ji dest dabûya. Herwiha ciwan li dijî wê yekê ne ku kêşeyên bi vî rengî rû bide û yekitiya wan têk biçe.
"Ez dixwazim aştî û aramiyek çêbibe. Çiqas aştî hebe ji bo civata me evqas başe."
Piştî xwarina aştiyê her du malbatan bi hev re daxuyaniyak dan û amaje bi wê yekê kirin ku êdî rê nadin kiryarên bi vî rengî ku aramiya wan ji holê rabe. Herwiha rûspiyên Qoserê jî hêvî kirin ku çalakiyên bi vî rengî aştiyê bîne tevahiya bakurê kurdistanê û Tirkiyê.