Rejîma Sûriyê: Derbasbûna Artêşa Tirkiyê şermezar kir

"Tirkiyê serweriya xaka Sûriyê dadibezîne."

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Wezareta Derve ya Sûriyê ragehand ku, Tirkiyê bi derbasbûna hêza xwe serweriya xaka Sûriyê bin pê dike, da zanîn ku, pêwîst e di şerê li dijî terorê de hamhingî li gel wan were kirin.

Îro, hêzeke taybet a wî welatî derbasî bajarokê Cerablusê bû û operasyona rizgarkirina wî bajarokî ji aliyê Tirkiyê û Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir.

Derbarê wê operasyonê Berpirsekê Wezareta Derve ya Sûriyê ji ajansa SANA ya Sûriyê di daxuyaiyekê de ragehand ku, pêwîst e di şerê li dijî terorê hemahingî ligel wan were kirin, da zanîn Tirkiyê serweriya xaka Sûriyê dadibezîne û ew vê yekê şermezar dikin.