Barzanî giheşte Tirkiyê

Li fiokxaneya Enqerê ji aliyê rayedar û berpirsên Tirkiyê hate pêşwazî kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di serdaneke fermî de Serokê Herêma Kuridtanê Masûd Barzanî giheşte Tirkiyê û li fiokxaneya Enqerê ji aliyê rayedar û berpirsên Tirkiyê hate pêşwazî kirin.

Li gor zanyariyên ku bi dest K24ê ketine, di vê serdanê de Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ligel her yek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dicive û komek ji pirs û babetên siyasî yên navçeyên guftûgo dikin.

Herwiha Serok Barzanî di çarçoveya vê serdanê de jî ligel şandeke ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dicive.

Çavdêrên siyasî amaje bi wê yekê dikin ku, dibe Barzanî di serdana xwe ji Enqerê re bi Cîgirê Serokê Amerêka Joe Biden re jî bicive, ku biryar e Biden sibe bo gotûbêjkirina dosya Fethula Gulen serdana Tirkiyê bike.