Barzanî dawî bi geşt a xwe hîna bo Turkîyayê û ber bi Firansayê ve çû
Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, piştî kombûnê li gel berpirs ên bala yên Enqereyê demekê berî niha dawî bi serdan a xwe hîna û bi rê ya firokexane ya Enqereyê ber bi Firansayê birêkevt.
K24- Enqere:
Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, piştî kombûnê li gel berpirs ên bala yên Enqereyê demekê berî niha dawî bi serdan a xwe hîna û bi rê ya firokexane ya Enqereyê ber bi Firansayê birêkevt.
Barzanî di geşt a xwe de bo Turkîyayê û kombûn ên xwe li gel her yek ji Receb Teyîb Erdogan serok komarê Turkîayê, Bînalî Yeldirim serok wezîr û Îsmayîl Qehreman, serok ê perleman a Turkîayê ragehand: Guhertin ên mezin bi rê ve ne û pêdivîye li gel welat ên hevahemgî hebe.
Piştî temambûn a geşt a Mesûd Brazanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, demekê berî niha bi rê ya firokexane ya Enqereyê ber bi welat ê Firansayê birêkevt û biryare li gel berpirs ên wî welatî kom bibe.