Wezîrê Derve yê Sûriyê gihêşte Bexdayê
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim bi serdanekê gihêşte Bexdayê. Biryar e jî Muelim ligel berpirsên Iraqê rewşa Sûriye, Iraq û şerê DAIŞê gotûbêj bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim bi serdanekê gihêşte Bexdayê. Biryar e jî Muelim ligel berpirsên Iraqê rewşa Sûriye, Iraq û şerê DAIŞê gotûbêj bike.
Serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê bo Iraqê di demekê de tê, ku artêşa Tirkiyê derbasî nava xaka Sûriyê bû û bajarokê Cerablusê li bakurê Sûriyê kontrol kir.
Pêwendiyên di navbera Bexda û Şamê de di asteke baş de ye, ku bi sedan çekdarên Şîe wek xwebexş li Sûriyê li kêlek Esed li dijî opozîsyonê şer dikin.
