Li Mexmûrê 2 çekdar ên Daişê dizekirin nav kempek a girêla ên PKKyê

Çavkanîyekê bi nav ê fermande ya HPGyê li Mexmûrê ragehand: Hêrişek a çekdar ên Daişê bo ser kempek a gerîla yên PKKyê hat têkşikandin û dû çekdar ên Daişê hatin kuştin û gerîlayek û hevwelatîyek jî can ê xwe ji dest dane.

K24- Hewlêr

 Got jî:  Ew hêriş evro li serê sipêde ya demjimêr 6:00 hat encamdan  bo ser kemp a şehîd Rostem Codî û hêz ên gerîla berengarî hêriş a Daişê bûn yek ji wan dû çekdar ên Daişê kuştin, lê yê dûyê xwe teqand.

Di beyanname ya HPGyê de hatîye gerîlayek û hevwelatîyekî can ê xwe ji dest daye bi eger a evê hêrişê