Alî Balci: Tirkiye bo serxwebûna Kurdistanê helwêsteke erênî dê nîşan bide.

Pisporê Rojhilata Navîn akademîsyen Alî Balciyê ku li ser têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê û der barê polîtîkayên enerjiyê de lêkolînan dike bal kişand ser girîngiya serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî a li Tirkiye. Balci amaje kir ku ev serdan û dema serdanê nîşan dide ku birêz Barzanî li herêmê aktorekî girîng e, her serkeftinên pêşmergeyan jî serxwebûna Kurdistanê nêzîktir dike.

K24- Istanbûl

Pisporê Rojhilata Navîn akademîsyen Alî Balciyê ku li ser têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê û der barê polîtîkayên enerjiyê de lêkolînan dike bal kişand ser girîngiya serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî a li Tirkiye. Balci amaje kir ku ev serdan û dema serdanê nîşan dide ku birêz Barzanî li herêmê aktorekî girîng e, her serkeftinên pêşmergeyan jî serxwebûna Kurdistanê nêzîktir dike.

Serdana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî a li Tirkiyê, bi taybetî ji aliyê Pisporên Rojhilata Navîn ve ji nêz ve hat şopandin. Yek ji wan pisporan jî ji Zanîngeha Sakaryayê akademîsyen Alî Balci ye ku li ser têkiliyên enerjî û polîtîkayê yên navbera Tirkiye û Kurdistanê xebat dike.

Balci di heman demê de Rêvebirê Navenda Polîtîkayên Rojhilata Navîn ê heman zanîngehê ye ku tê de beşa kurmancî û soranî jî heye.

Alî Balci-Rêvebirê Navenda Polîtîkayên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Sakaryayê, dibêje: Li Rojhilata Navîn geşedanên girîng dê rû bidin. Di navbera dewletan de hevdîtinên girîng tên kirin. Wekî serdana Serokkomar Erdogan a li Rûsyayê, serdana Joe Biden a li Enqereyê û operasyona Cerablûsê. Di nav geşedanên wiha de serdana Barzanî a li Enqereyê nîşanî me dide ku birêz Barzanî li herêmê aktorekî girîng e. Ev yek rêzdariya Kurdistanê jî nîşan dide.

Li gor Alî Balci, piştî serdana Barzanî, têkiliyên Hewlêr û Enqereyê wek siyasî û aborî dê xurttir bibe.

Herweha Alî Balci-Rêvebirê Navenda Polîtîkayên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Sakaryayê, got: Têkiliyên Hewlêr û Enqere ji sala 2008'an vir de her ku diçe pêş dikeve. Çavkaniya enerjiya Kurdistanê zêde ye. Pêwîstiya Tirkiyê jî bi enerjiyê heye û wekî din Tirkiye dixwaze li herêmê bibe welatekî hêzdar loma jî nêzîkî Kurdistanê dibe. Di civîna li koşka Çanqayayê de hebûna wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê jî nîşan dide ku polîtîkayên enerjiyê navbera her du aliyan dê çaktir bibe. Loma Tirkiye bo serxwebûna Kurdistanê jî helwesteke erênî dê nîşan bide.

Balci der barê serxwebûna Kurdistanê de balê dikêşîne ser girîngiya helwesta Amerîkayê jî.

Alî Balci-Rêvebirê Navenda Polîtîkayên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Sakaryayê, got jî: Piştî hilbijartinên li Amerîkayê rêvebiriya nû eger, xwe ji Tahranê dûr bixe, têkiliyên xwe digel Bexdayê ku tesîra Tehranê lê zêde ye qût bike, wê demê Amerîka wek hevalbendekî dê zêdetir nêzîkî Hewlêrê bibe, berevajiya vê yekê Amerîka, bo serxwebûna Kurdistanê helwesteke neyinî dê nîşan bide.

Akademîsyen Balci amaje dike ku têkiliyên Hewlêr û Bexda û meseleya DAIŞ'ê du hêmanên girîng in ku bandor li serxwebûna Kurdistanê dikin. Her wiha Balci serkeftinên pêşmergeyan ên li dijî DAIŞ'ê bo serxwebûnê girîng dinirxîne û wiha diaxive: Welatên biyanî rêz li serkeftinapêşmergeyan digirin, ev yek jî mizginiya serxwebûna Kurdistanê ye.