Batman bê şerr û pevçûn bûye, lê bazar her gihaye rawestanê
Piştî têkçûyîna proseya aştî û çareseriyê û destpêkirina şer li Bakûrê Kurdistanê, yek ji wan bajaran Batman e ku lê alozî kêmbûn û pevçûn pêknehatin. Lê Esnaf û Karsaz dibêjin karên wan yê bazirganî û bazarê hetiye aste rawestandinê. Loma jî daxwaza serekî û teqez daxwaza proseya aştiyê dikin.
K24- Batman
Piştî têkçûyîna proseya aştî û çareseriyê û destpêkirina şer li Bakûrê Kurdistanê, yek ji wan bajaran Batman e ku lê alozî kêmbûn û pevçûn pêknehatin. Lê Esnaf û Karsaz dibêjin karên wan yê bazirganî û bazarê hetiye aste rawestandinê. Loma jî daxwaza serekî û teqez daxwaza proseya aştiyê dikin.
Karsaz û esnafên Batmanê, ji nebûy^îna şer û pevçûnan li bajarên wan kêfxweş in. Lê radigihînin ku Batman jî, bi qasî bajarên din nebe jî ji şer û aloziyan bandorên neyînî dîtiye. Bazar û bazarganî rawestiyaye û tu kes xwe di ewlehiyê de hêst nakin.
Osman Nasiroglû li Batmanê Karsazî dike û di serdema proseya aştî û çareseriyê de jî serokatiya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Batmanê kiriye. Nasiroglû ji Kurdistan24 re diyar kir ku ji Batmanê ji bo gelek welatên heremê û cîhanê bazirganî dihat kirin, lê piştî şer û pevçûnan hemû rawestiyane û daxwaz ji hemû aliyan dike ku hewla proseya aştiyê careke din destpê bike bidin.
Osman Nasiroglû (Karsaz), dibêje:"Em hemû saziyên sivîl yên Batmanê civiyan û me raporan amade kir. Ji bo berdewamiya proseya çareseriyê min 3 caran bi Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin kir û wan raporan me da wî. Em dixwazin ku ew proseya aştî û çareseriyê berdewam bike."
Di aboriya Batmanê de li gel nefta ku ji van çaviyan derdikeve, ji ber ku Batman wek xaçerêya rêyên li Bakûrê Kurdistanê ye, danûsitendina nav bazarê û bizava rojane jî diyarker e.
Ji ber şûnên dîrokî, geştîyarî jî heta salên dawî jî çavkaniyeke girîng bû bo Batmaniya. Şahîn ku esnafekî ji Heskêfê ye, ji bo Kurdistan24 radigihîne ku piştî Heskêf ji geştiyaran re hatiye girtin ew duhatî ji sedî 50 daketiye û piştî şer û pevçûnan ev car ji sedî 90 daketiye û hatiye asta rawestandinê.
Şahîn (Esnaf ), dibêje:"Ji dema ku vira hatiye girtin û bi taybet piştî van şer û pevçûnan karê me dajketiye hatoiye sifirê. Daxwazîya me ew e ku ev şer û pevçûn ji nav welatê me rabibe û aramî were wekî din daxwziyeke me nîn e."
Esnafên Batmanê dibêjin, welatî ji ber metirsiya şer û tundiyan newêrin pareye destê xwe jî xerc bikin. Ramedan û bizava bazarê jî gelek daketiya loma jî daxwaza serekî ya wan, rawestandina şer û proseya çaresriyê ye.