kuştiyên teqîna Dîlokê gihiştin 55 kesan

Di 20ê Tebaxê de li bajarê Dîlokê navçeya Şahînbeyê di dawetekî kurdan de teqîn rûdabû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê bi daxûyaniyeka niviskî ragihand ku,  di encama teqîna Dîlokê de zarokekî din a 2 salî jî canê xwe ji dest da, bi vî awayî hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihiştiye 55 kesan.

Di 20ê Tebaxê de li bajarê Dîlokê navçeya Şahînbeyê di dawetekî kurdan xwekûjek bombeya li ser xwe teqandibû û di destpêkê de 50 kurd canê xwe ji dest dabûn 94 kesên din jî birîndar bûbûn.

KCK duh, ragihand ku pilana teqînê  ji aliyê MÎT a Tirkiyê ve hatiye amadekirin û bi destê DAÎŞê jî hatiye pêk anîn.