Şêxên eşîra Şimer: Bila navçeyên me ser bi herêma Kurdistanê ve bin
"Pêwendiyên me bi Kurdistanê re dîrokî ne"
K24-Navenda Nûçeyan
Hejmarek rîsipiyên şêxên hozên Şimr li nahiya Rebîe civiyan û ji K24ê re ragehandin ku, ew dixwazin ser bi herêma Kurdistanê ve bin, tekez kirin ku ew naxwazin ser bi Iraqê ve bin.Ji aliyeke din ve daxwaz dikin ku, pêşmerge xak û rûmeta wan biparêzin û dibêjin ku, pêwendiyên wan ligel Kurdan dîrokî ne.