ENKS: Tirk naxwaze herêmên Kurdî bigihin hev
ErebênSûriyeyî yên li Stenbolê piştevaniya operasyona Cerbalusê ya Tirkiyê dikin, lê rêxistinên Kurd ên Sûrî ji operasyonê dilgiran in. Nûnerê ENKSê Hewaz Egîd ragihand ku, operesyona Cerablusê bo herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê negihin hev e.
K24 – Stanbol
ErebênSûriyeyî yên li Stenbolê piştevaniya operasyona Cerbalusê ya Tirkiyê dikin, lê rêxistinên Kurd ên Sûrî ji operasyonê dilgiran in. Nûnerê ENKSê Hewaz Egîd ragihand ku, operesyona Cerablusê bo herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê negihin hev e.
Piştî destpêka şerê li Sûriyê ya ku ji sala 2011'an vir de, piraniya hêzên opozîsyonê ku li dijî rejîma Esed şer dikin, Stenbol wek baregeheke siyasî bi kar tînin. Giştiyê hêzên opozîsyonê jî di bin koalisyona hêzên neteweyî ya şoreşger û muxalîf a Suriyê de kar dikin.
Operasyona Cerablusê ya ku Tirkiye li dijî DAIŞê dabû destpêkirin, wekî li hemû cîhanê di nav komên opozîsyonê de jî bû sedema bertekên cuda.
Nûnerê ENKSê Hewaz Egîd amaje kir ku, heta ku Tirkiye nêrîna xwe li Sûriyê zexmtir neke, ji Sûriyê dernakeve. Ligor Egîd ev operasyon li dijî destkeftiyên Kurdan e û got: “Tirkiye bi vê operasyonê dixwaze li Kurdistana Sûriyê, herêmên Kurdan negihijîn hev. Em naxwazin ti dewletên biyanî dest dirêjîyê li herêmên Kurdan bikin. bila rêz li yekîtiya miletê Kurd û nêrîna siyasî ya Kurdan bigirin. Tirkiye ji hebûna Kurdan, ji avakirina hêzên Kurdî ya li çar perçeyê Kurdistanê metirsîdar e. Jiber vê dixwaze dest dirêjî li vê herêmê bike.”
Ji opozîsyona Ereban Mouafaq Nyrabia piştevaniya operasyonê dike û dibêje, Tirkiye li nêzî sînorên xwe ji hebûna DAIŞ û YPG aciz dibû, loma ev operasyon pêk anî wekî din hebûna YPGê bo miletê Sûriyê jî metirsiyek e.
Nyrabia got jî: “Operasyona artêşa Sûriya Azad dê heta DAIŞ bi temamî ji holê rabe dê berdewam be. Ji bo avakirina herêmeke bi tampon alîkariya Tirkiyê bo opozîsyonê dê berdewam be. Li ser operasyonê dinavbera Rûs û Tirkan de lihevkirinek jî heye. Lê danûstandinek di navbera Sûriye û Tirkiyê de heta niha çê nebûye û em ne bawer in ku çê bibe jî.
Operasyona Tirkiyê ya li ser Cerablusê ji aliyekê ve berdewam dike ji aliyê dî ve jî, tê pêşbînî kirin bertekên li dijî vê operasyonê jî berdewam bikin.