HPG: 118 leşker hatin kuştin û 152 jî birîndar bûne
HPGê ragihand, di teqîna Cizîrê ya duh de 118 çekdarên dewleta Tirkiyê hatin kuştin û 152 çekdarên din jî birîndar bûne, herwiha 60 zirîpoş jî ziyan dîtine.
K24 – Navenda Nûçeyan
HPGê ragihand, di teqîna Cizîrê ya duh de 118 çekdarên dewleta Tirkiyê hatin kuştin û 152 çekdarên din jî birîndar bûne, herwiha 60 zirîpoş jî ziyan dîtine.
Navenda Ragihandin û Pêwendiyên HPGê di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 6:40 duh 26 Tebaxê li ser riya Şirnex – Cizîr navendeke leşkerî ku polîs, leşker û rêveberiya MITê, mala Qaimeqam tê de bûn, bi barhilgireke bombebarkirî hate armanckirin.
Navenda Ragihandin û Pêwendiyên HPGê ragihand ku, di dema encamdana teqînê de 280 kes di wê navendê de bûn. herwiha 118 kes hatin kuştin, 152 kesên din birîndar bûn û 60 zirîpoş jî ziyan dîtin.
Li gor jêderên fermî yên Tirkiyê, ku 10 ton teqemenî di barhilgirê de bû.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; Hevalê me Firat Pirsûs bi durişma “Ji ber em ji Rêbertiya xwe agahiyê nagirin, êdî em li ti kesî guhdar nakin; em ê çalakiyên fedaî pêş bixin” û di çarçoveya dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe! em ê çalakiyên xwe mezintir bikin” bi wesayîtek teqemenî barkirî ve çalakî li dar xistiye.
Herwiha hat ragihand ku, êrîşker Firat Pirsûs 2012an ve tevlî HPGê bûye.