Firokeyên Tirkiyê li Cerablusê 40 kesên sivîl dikuje

Bêtir ji 40 kesî di encama bombarana firokeyên Tirkiyê de li başûrê Cerablusê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bêtir ji 40 kesî di encama bombarana firokeyên Tirkiyê de li başûrê Cerablusê hatin kuştin.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” nivîsiye ku, di encama bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser gundê Mixir El-Srêsat li başûrê Cerablusê de, bêhtir ji 40 kesî canê xwe jidest dane.

Derwîş diyar kir ku, ew kesê li gundê Mixir El-Srêsat canê xwe jidest dane, koçberên gundê Amarnayê ne.

Herwiha Derwîş amaje bi wê yekê jî kir, artêşa Tirkiyê gundê Bîr Kosa jî armanc kiriye û hejmara kuştiyan bilind e, lê bizelalî nehatiye zanîn ku hejmara kuştiyan çend in.

Tirkiyê bi piştgiriya hêzên navdewletî di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tank û topan dest bi kontrplkirina bajarokê Cerablusê ya li ser sînorê Tirkiyê kiriye.