Şer û pevçûn li başûrê Cerablusê berdewam e

Grûpên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê 7 gund li başûrê Cerablusê kontrol kirin. Encûmena Leşkerî ya Cerablusê jî dibêje, ew ji cihên xwe venakişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê 7 gund li başûrê Cerablusê kontrol kirin. Encûmena Leşkerî ya Cerablusê jî dibêje, ew ji cihên xwe venakişin.

Li gor medyay Tirkiyê ku, Artêşa Azad yê Sûriyê 5 gund li başûrê Cerablusê, 2 gund jî li nêzîkî bajarokê El-Rayî li ser riya Babê kontrol kirine.

Ev yek di demekê de ye ku, Encûmena Leşkerî ya Cerablusê ku beşek ji HSDê ye ragihand, ew ji navçeyên xwe yên li derdora Cerablusê venakişin, herwiha ew amad e ne rûbirûyî hemû hêzên ku dixwazin navçeyê kontrol bikin, bibin.

Di roja 5emîn ya operesyona artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê li ser bajarokê Cerablusê û gundên derdora wê de, Cerablus hate kontrolkirin û bombebarana Tirkiyê li gundên başûrê Cerablusê berdewam e.

Ji aliyê xwe Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, heta niha artêşa Tirkiyê hêzên Kurdî û HSDê dike armanc.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku, di encama bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser gundê Mixir El-Srêsat li başûrê Cerablusê de, bêhtir ji 40 kesên sivîl canê xwe jidest dane.