ENKS hebûna hêzên biyanî li Sûriyê şermezar dike
Daxwaz ji NY jî dike beryara 2254 cîbecî bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxwaz ji hemû hêzên biyanî dike xwe ji Sûriyê vekşîn in, herwiha wan kesên ku, gelê Kurd bi parçekirina Sûriyê jî tumetbar dikin şermezar kir.
Derbarê vê mjiarê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di daxuyaniyekê de destewerdena Tirkiyê bi hiceta piştevaniya Artêşa Azad û şerê DAIŞê, herwiha destewerdana hemû hêzên biyanî li Sûriyê şermezar dike û daxwaza vekşandina wan ji wî welatî jî dike.
Ji aliyeke din ve ya daxuyaniyê ENKS wan aliyên ku, miletê Kurd bi perçekirina Sûriyê tumetbar dikin şermezar dike û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî dike bi zûtirîn dem biryara xwe a hejmara wê (2254) cîbecî bike, herwiha alîkariya gelê Sûriyê bike daku bergiriyê ji xak xwe re bike.