Minbic: Pêşbîniya şerekî tund tê kirin

Li Minbicê pêşbînî tê kirin ku şerekî tund di navbera hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Tirkiyê were encamdan, ku operesyona artêşa Tirkiyê ya bi navê “Mertala Feratê” ji Cerablusê berve Minbicê diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Li Minbicê pêşbînî tê kirin ku şerekî tund di navbera hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Tirkiyê were encamdan, ku operesyona artêşa Tirkiyê ya bi navê “Mertala Feratê” ji Cerablusê berve Minbicê diçe.

Ligel berdewambûna operesyona artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê, ajansa “Rueters” li ser zarê berpirsê grûpa çekdarî ya Tirkmenî ragihand ku, YPGê hêzên xwe berve Minbicê dişîne.

Fermandarê grûpa çekdarên opozîsyona Sûriyê ya bi navê Sultan Murad ji “Rueters” re ragihand, hêzên wan bi piştevaniya Tirkiyê rasterast berve Minbicê diçin, li hêzên YPG û HSDê çeperên xwe li Minbicê bihêztir kirine.

Egera rûdana şerekî tund di navbera hêzên Kurdî û artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi HSDê ve, li Başûrê Cerablusê rûbirûyî grûpên opozîsyonê û artêşa Tirkiyê dibe.

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihandibû ku, di encama bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser gundê Mixir El-Srêsat li başûrê Cerablusê de, bêhtir ji 40 kesî canê xwe jidest dane.