Hewramî: Referandûm pirseke stratîjîk û neteweyî ye
Endamekî serkirdeyatiya Partiya Demokrata Kudistanê (PDK) ragihand, şandeke siyasî ya pilebilind ya Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina pirsên referandûm, Mûsil û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdana Bexdayê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî serkirdeyatiya Partiya Demokrata Kudistanê (PDK) ragihand, şandeke siyasî ya pilebilind ya Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina pirsên referandûm, Mûsil û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdana Bexdayê dike.
Endamê serkirdeyatiya PDKê Hêmin Hewramî ji rojnameya “Şerq El-Ewset” re ragihand, di pirsa cibicîkirina referandûmê bo diyarkirina mafê çarenivîsî û pêwendiyên ligel Bexdayê yên piştî federalîzmê de, du nêrîn hene, yekem taybet e bi pêwendiyên ligel Bexdayê, ya din jî taybet e bi rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û guhartinên li rojhilata Navîn.
Hewramî got: “Referandûm pirseke stratîjîk û neteweyî ye, heta niha ti aliyekî siyasî li Kurdistanê li dijî referandûmê yan li dijî serxwebûna Kurdistanê tune ye. Lê nêrîna cuda di mîkanîzma encamdana referandûm, dem û çawaniya cibicîkirina wê de heye. Ew jî nayê wateya redkirina encamdana referandûmê ye.”
Her di derbarê pirsa referandûmê de Hewramî got: “hemû aliyên siyasî mafê derbirîna helwestên xwe derbarê serxwebûn û referandûmê de heye, ji ber vê pêwîst e daxwazê ji gelê Kurdistanê bikin ku bi riyên aştiyane û demokrasî biryarê li ser çarenivîsa xwe û awayê pêwendiyên ligel Bexdayê bidin, ma gelê Kurdistanê daxwaza serxwebûnê dikin, yan konfederalîzmê yan awayekî din dikin.”
Herwramî got ku, bo vê pirsê jî şandeke pilebilind ya Herêma Kurdistanê bo destpêkirina danûstandinan ligel Bexdayê di demeke nêzîk de serdana Bexdayê dike.
Hewramî got: “Em naxwazin pêwendiyên me ligel Bexdayê bi yekcarê werin birîn. Em dixwazin di navbera me û Iraqê de wek ezmûna Çîk û Silovakyayê be, ji be em û Iraqê heger em bi hev re man, yan neman, hin xalên hevbeş di navbera me de hene, wek şerê DAIŞ, pirsên aborî û bazirganî.”
Di beşek din de Hewramî got: “Herêma Kurdistanê ji Îran, Tirkiye, welatên Erebî, pêkhateyên Şîe û Sûne re, ne gefek e. Herêma Kurdistanê hokareke aramiyê li herêmê ye. Mînak li ser vê yekê, heger Herêma Kurdistanê ne hokareke aramiyê ba, mêvandariya yek milyon û 300 hezar penaber û derbider li nekir.”
Derbarê rola hêza Pêşmerge di operesyona rizgarkirina Mûsliê de, Hewramî got: “Rola kurd di operesyona rizgarkirina Mûsilê de girîng e. rizgarkirina Mûsilê bê beşdariya Kurd û hêza Pêşmerge naçe serî. 6 rêyên sereke bo êrîşkirina li ser Mûsilê hene, tenê yek ji wan li başûrê wî bajarî de di destê artêşa Iraqê de ye, 5 rêyên din di destê Pêşmerge de ne.”