Şervanên Cerablusê ji başûrê Cerablusê vedikişin

Encûmena Leşkerî ya Cerablusê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji ber parastina jiyana sivîlan ew ji gundên başûrê Cerablusê vedikişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Cerablusê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji ber parastina jiyana sivîlan ew ji gundên başûrê Cerablusê vedikişin.

Di daxuyaniyê de hat “firokeyên artêşa Tirkiyê komkujiyê bi serê sivîlan de li başûrê Cerablusê dike û çekdarên opozîsyonê gefa armanckirina gundê başûrê Cerablusê li me dixwe, heger em ji başûrê Cerablusê venekişin.”

Daxuyaniyê got jî: “Bo parastina jiyana sivîlan û heta ku ti hincet li pêş wan nemîne û gund û sivîl neyin bombebarkirin, em wek Encûmena Leşkerî ya Cerablusê ji başûrê Cerablusê vedikişin bo başûrê çemê Sacûrê.”

Daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Cerablusê amaje kir jî, hejmarek mezin ji gundiyên başûrê Cerablusê koçberî deverên wan bûne, ji ber ku wan red kirin di bin siya dagîrkirina Tirkiyê de bijîn.

Di rojên borî de, li başûrê Cerablusê şer û pevçûn di navbera Encûmena Leşkerî ya Cerablusê ji aliyekê ve û artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê ve ji aliyekî din derdiket.

Berî du rojan, di encama berdewamiya şer û pevçûnan di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên Encûmena Leşkerî ya Cerablusê û tabûrên Şems El-Şemal de li Cerablusê leşkerekî artêşa Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herwiha Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihandibû ku, di encama bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser gundê Mixir El-Srêsat li başûrê Cerablusê de, bêhtir ji 40 kesên sivîl canê xwe jidest dabûn.