PSK: Operasyona Cerablûsê li dijî destkeftên kurdan e
Serok ê Partî ya Sosyalîst a Kurdistanê PSK, Mesûd Tek li ser operasyûn a Turkîyayê li Cerablusê got: Pêdivîye Turkîay yekser dawîyê bi wê operasyûnê bihîne û dest dirêjîyê neke ser Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Serok ê Partî ya Sosyalîst a Kurdistanê PSK, Mesûd Tek li ser operasyûn a Turkîyayê li Cerablusê got: Pêdivîye Turkîay yekser dawîyê bi wê operasyûnê bihîne û dest dirêjîyê neke ser Kurdistanê.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK di derbarê operasyonê Tirkiyê ya li Cerablûsê de daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Serokê PSK'ê Mesût Tek amaje kir pêwîst e demildest Tirkiye dawiyê li vê operasyonê bîne û destdirêjiyê li ser Rojavayê Kurdistanê neke.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan li Diyarbekirê di derbarê pêşveçûnên dawî yên derbarê Cerablusê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate amaje kirin ku ji xwe Cerablûs demeke dirêj bû ku di destê DAİŞ'ê de bû lê Tirkiyê bêdeng bû û çi dema YPG û hevpeymanên xwe Minbiç rizgar kirin wê demê bi hênceta oprasyona li ser DAİŞ'ê Tirkiyê dest bi operasyonê kir. Serokê PSK Mesut Tek amaje kir ku ew wek PSK vê yekê qebûl nakin.
Mesût Tek-Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-: Dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablûsê êdî di nava batlax Sûriyê ye û zirara vê siyaseta çewt dê di pêşerojê de diyar be. Em wekî PSK daxwaz dikin ku dewleta Tirk ji cerablûsê derkeve û devjê siyaseta çewt berde ku destkeftên kurdan wek xeterek dibîne.
Piştî ku Tirkiyê di daxuyaniyên xwe yên dawî de behsa operayonê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê kir ev yek rastî bertekan hatibû û di daxuyaniya PSK'ê de jî ev mijar hate rojevê. Cîgirê Serokê PSK'ê Bayram Bozyel jî di vê mijarê de bal kişande li ser rol û hêza pêşmergeyên rojava ku li Başûrê Kurdistanê benda roja veger a Rojavayê Kurdistanê ne.
BaBozyel- Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-: Em dizanin ku li Başûrê Kurdistanê Pêşmergeyên Rojava hene ku ji aliyê YPG'ê ve tên astengkirin ku derbasî Rojava bibin. Em dixwazin ku Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Wê demê dê destê kurdên Rojava li hember DAİŞ'ê û Tirkiyê xurttir bibe û dê qada navnetewî de jî dê erênî be.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan di daxuyaniya xwe de balkişand ser rewşa awarte ku piştî hewla derb a leşkerî hatibû ragihandin û amaje kir ku ji ber rewşa awarte Kamp a Ciwanên PSK'ê ku li Gola Elazîzê rêve diçu hate qedexe kirin û ew wek PSK vê yekê şermezar dikin.