Li Cerablûsê 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn
li Cerablûsê operasyonên wan berdewam dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Sûriyê bajarê Cerablûsê tankeka Tirkan bi roketan hate xistin 3 leşker birîndar bûn.
Serekaniya Tirkiyeyê derbarê dagirkirina Cerablûsê û Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku, tankekî wan ji aliyê terorîstan ve bi roketan hatiye xistin. Di encamê de yek ji wan pilebilind 3 leşker birîndar bûne.
Serekaniya Tirkiyê diyar kir ku, leşkerên birîndar li nexweşxaneyan hatine vegûhestin û li Cerablûsê operasyonên wan berdewam dike.
Ji alîkî din ve berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê John Thomas îro diyar kir ko navbera YPG û arteşa Tirkiyeyê de agirbest hatiye ragihandin.