Îran bo Tirkiyê: Hêza xwe ji bakurê Sûriyê vekişîne
Tirkiyê di 24ê vê mehê de operasyona Mertala Feratê li bakurê Sûriyê ragehandibû, heta niha ew operasyon berdewam e.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behmen Qasimî ragehand ku, hebûna Artêşa Tirkiyê li nav xaka Sûriyê rewşê aloztir dike û daxwaz ji wî welatî kir ku, bi zûtirîn dem hêza xwe vekşîne.
Derbarê vê mijarê Televzyona fermî ya Îranê daxuyaniyek li ser xarê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behmen Qasimî belav kir, tê de bi fermî Îran daxwaz ji Tirkiyê dike operasyona xwe li bakurê Sûriyê rawestîne.
Qasimî da zanîn ku, hebûna hêza Tirkiyê li ser xaka Sûriyê rewşa wî welatî aloztir dike. Tekez kir ku, milmilaniya li bakurê Sûriyê dibe sedema kuştiya sivîlan û pêwîst e Tirkiyê wê operasyona xwe bi dawî bike.
Ji aliyeke din ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê diyar kir ku, divê hemû welat rêzgirtinê ji serwerî û yekgirtiya Sûriyê re bigre.Herwiha da zanîn ku, pêwîst e şerê li dijî terorê nebe sedema lawazbûna hikûmeta rewa li Sûriyê.
Tirkiyê di 24ê vê mehê de operasyona Mertala Feratê li bakurê Sûriyê ragehandibû, heta niha ew operasyon berdewam e.