Hediye Yûsif: Çavê Tirkiyê Helebê ye

Hevseroka fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê dibêje, Tirkiyê dixwaze berê xwe bide Bab û Ezaz û ta bi bajarê Helebê û wan deveran dagîr bike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/449f4d2b-20f7-42ec-8de1-65b09132239d/Hediya%20Yusif.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Hevseroka fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê dibêje, Tirkiyê dixwaze berê xwe bide Bab û Ezaz û ta bi bajarê Helebê û wan deveran dagîr bike.

Hevseroka Encûmena Damezrêner a sîstema fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif di daxuyaniyeke taybet bo K24ê da zanîn ku, dagîrkirina artêşa Tirkiyê ji xaka Rojavayê Kurdistanê re, armanc jê ne tenê Kurd in, lê belê dagîrkirina Sûriyê ye.

Hediya Yûsif aşkere jî dike ku, armanca hikûmeta Tirkiyê ew e jî ku xewnên dewleta Osmanî vegerîne û çavê wê ne tenê li Cerablusê ye, lê Tirkiyê dixwaze berê xwe bide Bab û Ezaz û ta bi bajarê Helebê û wan deveran dagîr bike.