li Hesekê Xwendekar nikarin ezmûnên xwe bikin
Bi bihaneya ku zanîngeha Feratê ya li bajarê Hesekê ne di bin kontrola wan de ye, rêjîma Sûriyê biryar da hemû ezmûnên vê zanîngehê bo zanîngehên ku di bin kontrola wan de ne, werin veguhastin, bi ve yekê dê dora 30 hezar xwendevan neçar bin li zanîngehên dûrî bajarê xwe ezmûnên xwe bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Ji aliyê xwe ve, xwendekarên zanîngeha Feratê dibêjin ku, rêjma Sûriyê ti berjewendiyên xwendekaran li ber çavên xwe negirtiye û nêzîkî ji sedî 70 ji xwendekaran ji xwendinê bêpar bimînin.