Li ser riya Colemêrgê teqînek çê bû

Li ser riya di navbera Colemêrg û Çelê de bombeyek bi barhilgirekê ku keresteyên leşkerî bar kiribûm teqiya. Di encamê de kesek hate kuştin û yekî din birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser riya di navbera Colemêrg û Çelê de bombeyek bi barhilgirekê ku keresteyên leşkerî bar kiribûm teqiya. Di encamê de kesek hate kuştin û yekî din birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê ragihand li Bakurê Kurdistanê ragihand ku, duh li nêzîkî gundê Geçîmlê li ser riya di navbera Colemêrg û Çelê de, dema barhilgireke leşkerî derbas dibû, bombeyek pê de teqiya, di encamê de ajokarê barhilgirê canê xwe jidest da û kesekî din birîndar bû.

Teqîn piştî wê yekê hat, ku berî bûyerê bi çend demjimêran şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li wl navçeyê derkitibû.

Li gor daxuyaniyeke HPGê ku, duh firokeyeke bê firokvanê ji aliyê wan ve hate armanckirin û kete xwarê, piştre jî şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Tirkiyê de derket.