Li Sêrtê efserekî Tirk hate kuştin
Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên ewlekariya Tirk û gerîlayên PKKê de pevçûn derket û di encamê de efserekî Artêşa Tirkiyê hat kuştin, leşkerekî din jî birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên ewlekariya Tirk û gerîlayên PKKê de pevçûn derket û di encamê de efserekî Artêşa Tirkiyê hat kuştin, leşkerekî din jî birîndar bû.
Artêşa Tirk, îro li navçeya Berwarî li bejahiya gundê Osyanê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de bi gerîlayên PKK'ê re şer derket.
Li gor agahiyên destpêkê efserekî artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest daye û leşkerekî din jî birîndar bûye.
Hat ragehandin, leşkerê birîndar bo dermankirinê rakirine nexweşwaneyê û li herêmê operasyonên Artêşa Tirk berdewam dikin.