Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê giha Bexdayê

Doglas Sîlîman weke balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê hat destnîşan kirin. Her di gel gihiştina wî ji bo Bexdayê, di gel her yek ji Serokkomarê Iraqê Fuad Me'sum û Wezîrê derveyê Iraqê Ibrahîm Ce'ferî li Bexdayê civya.

K24- Hewlêr

Sîlîman, ji bo heyama du salan e balyozê Amerîkaye li Kuwêytê û ji bo heyama sê salan jî weke şêwirmendê siyasî li balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kar kirîye û ji sala 2008 heya sala 2011an cîgirê balyozê Amerîkayê  li Tirkyeyê bû.

Ev heyama 32 salan e Doglas Sîlîman li Wezareta derve ya Amerîkayê kar dike.