Metirsî yên operasyon a Cerablûsê li ser Kurd
Piştî destpêkirina operasyona Cerablûsê gelek rûdanên krîtîk pêk hatin. Ligel rexneyên Emerîka, Rûsya û Îranê wê Tirkiyê êrîşa xwe ya li hemberî YPGê berdewam bike an na? Kurd wê destkeftiyên xwe çawa biparêzin? Pispor û rojnamegeran ev mijarên ku di rojeva cîhanê de ne ji Kurdistan 24ê re nirxandin.
K24- Hewlêr
Piştî destpêkirina operasyona Cerablûsê gelek rûdanên krîtîk pêk hatin. Ligel rexneyên Emerîka, Rûsya û Îranê wê Tirkiyê êrîşa xwe ya li hemberî YPGê berdewam bike an na? Kurd wê destkeftiyên xwe çawa biparêzin? Pispor û rojnamegeran ev mijarên ku di rojeva cîhanê de ne ji Kurdistan 24ê re nirxandin.
Piştî hewla darbeya leşkerî û digel aloziyên di nava Tirkiyê de destpêkirina operasyona Cerablûsê ji aliyê gelek der û doran ve bi xem û fikar tê pêşwazîkirin. Kêşe û xema her mezin jî ew îxtimala ku di nava Artêşa Tirkiyê û YPGê de şerekî mayînde rû bide. Her çiqas Emerîka, Rûsya û Îran di vî warî de Tirkiyê hişyar bike jî, rayedarên Tirkiyê di her daxuyaniyên xwe de bi şêwekî tund daxwaza vekişîna YPGê ji bo Rojhilatê Feratê dikin. Bi daxuyaniya Salih Muslîm ya derbarê "ew destûrê nadin ku tû hêz bikeve nava wan herêmên rizgarkirî" jî ev xem û metirsiyên di operasyona derveyî sînor ya Tirkiyê de hê xurttir kir. Bi daxuyaniya PKKê ya di çarçoveya "dema Tirkiye berê şerê xwe bi de ser Rojava ew ê jî li Tirkiyê şer gurtir bikin" jî ew tirsa herî mezin ya şerê di nava Kurd û Tirkan de careke din bû yek ji wan mijarên herî xeternak ku tê nîqaşkirin.
Li gorî pisporê ewlekariyê Ozertem derketina şerê Kurd û Tirkan bi helwesta YPGê ve girêdayî ye. Ji ber daketina Rojavayê Feratê di nava YPG-PKKê û Artêşa Tirkiyê de car cara şer û pevçûn rû didin. Ger ev yek bi vî rengî berdewam bike di rojên pêş de li herêmî kêşeya ewlehiyê dê bibe meseleyeke hê kurtir û encamên ku kes naxwaze dibe ku rû bidin.
Hasan Selîm Ozertem –Pisporê Ewlekariyê, got: "Kurd dema nekevin parastina destkeftiyên xwe hingê wê ew gelek tiştan ji dest bidin. Şerê xendekan yê PKKê ew pêvajoya êrînî ya bi ser Kurdan de beravajî kir. Encamên vê yekê xwe li Sûriyê didin der. Hatina Barzanî ya di roja operasyona Cerablûsê de ji aliyê paşeroja herêmê ve gelekî giring e."
Li gorî nivîskarê Fînacîal Timesê Davîd Gardner piştevaniya Pûtîn ya bo Kurdan piştî ku bi Erdogan re lihevkiriye bi dawî hatiye. Bi boçûna Gardner mudaxeleya leşkerî ya Tirkiyê û zêdetir xurtbûna têkîliyên di nava Rûsya û Îranê de di warê çarenûsa Kurdên Sûriyê de wek diyardeyekê ye. Beramberî vê yekê rojnameger Îrfan Aktan jî diyar dike ku dema ku Rûsya piştevaniya xwe ji Kurdan bikîşîne, wê kêşeya cîhadîst ya li Sûriyê hê xetertir bibe. Aktan ji bo çareseriyeke mayînde û berjewendiyên Kurdan yên li her çar parçeyên Kurdistanê pêşniyarekê giring dike û wiha dibêje:
Îrfan Aktan - Rojnameger û Nivîskar, got:"Agirbesta Kurdan û Tirkan li ser bandora Emerîkayê hatiye avakirin ev tiştekî baş nîn e. Pêwîst e Kurd û Tirk bixwe bêne layênî hev û agirbestê çêkin. Faktora bingehîn divê ne Emerîka be."
Digel van rûdanan pispor û rojnameger bibîr dixin ku pêdiviya Kurdan bi dîplomasiyeke xurt heye, heta ku di van waran de piştevaniya welatên Yekîtiya Ewropa, NATO û Neteweyên Yekbûyî wernegirin, hingî hem li Tirkiyê hem li Sûriyê hem jî li Iraqê bi taybetî jî piştî vê mudaxeleya leşkerî ya Tirkiyê ku li Cerablûsê kir damezrandina Kurdistaneke serbixwe wê bikeve nava rîskeke mezin.