Li Colemêrgê serbazek hat kuştin û 6 jî birîndar bûn
Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê serbazek hate kuştin 6 jî birîndar bûn.
K24- Hewlêr
Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê serbazek hate kuştin 6 jî birîndar bûn.
Li bajarê Colemêrgê navçeya Çêlê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê operasyonên hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê berdewam in û car caran balafirên şerî jî piştgiriya operasyonê dikin. Di encama pevçûnekî hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û PKKyê de serbazek hate kuştin û 6 serbaz jî birîndar bûn. Tê gotin heta niha 20 endamên PKKyê jî canê xwe ji dest dane lê ji aliyê PKKyê ve li ser vê mijarê ti daxuyanî nehatine belav kirin.