Şand a Îranê û peyam a wê bo Herdû rewt ên YNKyê
Şandek a Komar a Îslamî ya Îranê, bo çareserkirin a arîşe ya di navber a rewt a Navend a Biryar û piranî ya Mekteb a Sîyasî giha Silêmanîyê û peyam jî bo herdû alîyan pêye.
K24- Hewlêr
Şandek a Komar a Îslamî ya Îranê, bo çareserkirin a arîşe ya di navber a rewt a Navend a Biryar û piranî ya Mekteb a Sîyasî giha Silêmanîyê û peyam jî bo herdû alîyan pêye.
Li gor zanyarîyan li ser peyam a şand a Îranê, ku bi dest dezgeh ên mêdyayî kevtîye, ewê şandê bi herdû alîyan re ragehandîye, ku pêdivîye parêzgarîyê ji pêgeh a Talebanî bikin û hewl bidin jî bi hev re dirêjeyê bidin bi rêveberî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê.
Ew şand li gel herdû alîyan kombûye û ji bilî tekezkirin a herdû şandê li ser bêlaydeyî ya Îranê jiarîşe ya di navber a herdû alîyan de, tekez kirin ku YNK wek partîyek bo wan giringî ya xwe heye û Îranê nevêt ev dû bale ji yek cûda bibe.