Sedem ên girtin a Pirtûkxaneya Weşanxaneya Avesta li Diyarbekirê çine?!

Pirtûkxaneya Weşanxaneya Avesta ya Diyarbekirê tê girtin. Xwediyê weşanxaneyê û pirtûkxaneyê li ser sedema girtinê gotar nadin. Lê xwendekar ji girtina weşanxaneyê dilnîgar in û gumana ku ji ber gefan tê girtin didin zanîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/28dd2c87-4f2c-4cf2-95df-d76da5bd6dde/WesanxaneyaAvestaTeGirtin.ism/manifest

K24- Amed

Pirtûkxaneya Weşanxaneya Avesta ya Diyarbekirê tê girtin. Xwediyê weşanxaneyê û pirtûkxaneyê li ser sedema girtinê gotar nadin. Lê xwendekar ji girtina weşanxaneyê dilnîgar in û gumana ku ji ber gefan tê girtin didin zanîn.

Weşanxaneya avesta 21 sal e ku pirtûkên Kurdî û Tirkî ji bo xwendekaran çap dike. 17 sal e jî wan pirtûkan li Diyarbekirê digihîne xwendekaran. Lê piştî ku hin gotar û nivîs li ser Weşanxaneya avesteya, li ser rojnameyên nêzîkî PKKê hatin belav kirin, xwediyê weşanxanê û pirtûkxaneya Diyarbekirê ragihandin ku ewê pirtûkxaneya xwe ya Diyarbekirê bigrin.

Xwediyê Pirtûkxaneya Avestaya Diyarbekirê Songul Keskîn, tenê dibêje me biryara girtinê daye û em li ser sedemên wê agahî nadin. Lê 2 sedem derdikevin pêş, hin kes û alî dibêjin ji ber aboriyê ye, hin alî jî wek sedem wan gotaran û gefan dibinin. Songul Keskîn jî dibêje sedem aborî nîne. 

Omer Farûk Baran jî rojnamevan e û ji bo kirîna pirtûkan hatiye. Ew dibêje, sedem çi dibe bila be, lê girtina vir paşveçûnekiye û mebest ji zextên ser pirtûk û zanyariyan, peşde hiştina civakê û berdewamiya deshilatdariya ye.

Omer Farûk Baran (Rojnamevan), got:"Dixwazî desthilatdarên wek Tirk, Ereb û Fars yan jî desthilatdarên me bixwe; dikin ku civak pêşde nece û civak bi teşeyeke yekdengmayî li ciyê xwe be û pêngavek pêşde neçe, pêşketinê diseknîne yanî, metirsiya mezin ev e."

Li weşanxane û pirtûkxaneyên Avestayê berhemên nivîskarên ji herçar aliyên Kurdistanê û Kurdên diasporayê tên çap kirin û firotin li gel yên hatine wergerandin û bi Tirkî tên firotin.

Fahriye Atsay esil karê xwe mamoste ye, lê piştî ku weşanxaneya avestayê re hevnas bûne, dest bi wergerê kiriye û çend berhemên ku wê wergerandiye jî li vir hatine çap kirin. Atsay dibêje, divê nerazîbûn bo biryara girtinê bê nişandan û piştgiriya weşanxaneyê bê kirin.

Fahriya Atsay (Mamoste û Wergervan), got:"Divê Avesta îro li ciyekî bigeriya ku ciyê xwe mezintir bike, ne ku bigirta. Ji bo min ev têkçûneke, paşde çûne, ji aliye çandî de ev têkçûneke mezin e. Ev têkçûna dê di siyasete de jî, di warên din yên civakî de jî encamên xwe nîşan bide. Yanî tenê bi têkçûyîna avesta namîne."

Depoya Weşanxaneya Avestayê ya Diyarbekirê ku li navçeya Sûrê bû jî, di 10 Xizîranê de hatibû sotandin û hêj jî kiryarên wê aşkere nebûne.